Di nava 4 mehan de 135 terorîst hatine kuştin

88 leşker û çekdarên heşda şebî hatine kuştin
کوردستان TV
100%

Wezareta berevanî ya Îraqê raportek derbarê amarên kuştin û tundûtîjiyên leşkerî li Îraqê de belav kir.

Li gor raporta han di nava 4 mehan de jiber tundûtîjiya leşker û teqînan, bi giştî 170 kesên medenî û endamên hêzên ewlekarî yên Îraqê hatine kuştin.

Li gor daxuyaniya wezaretê di heman demê de bi giştî 135 terorîst jî ji aliyê hêzên ewlekarî yên Îraqê ve û herwiha bordimana balefirên şer ve hatine kuştin.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku hêzên ewlekarî yên Îraqê bi giştî 637 cîhên curbicur jî bombe kirine.

Herwiha hatiye diyarkirin ku 88 leşkerên Îraqî û çekdarên heşda şebî jî hatine kuştin û 174 din jî birîndar bûne.

Derbarê kuştî û birîndarên medeniyan de jî hatiye diyarkirin ku di nava wan 4 mehan de 82 welatiyên medenî hatine kuştin û 120 welatiyên din jî birîndar bûne.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.