Li Selahedînê 5 kes hatin kuştin

teqîn li bakûrê parêzgeha Selahedînê çê bûne
کوردستان TV
100%

Jêderên Îraqî belav kirin ku îro di encama teqîna du bombeyên vedayî de 5 kes hatine kuştin.

Li gor jêderên Îraqê ev du bombeyên vedayî li bakûrê Parêzgeha Selahedînê hatine teqandin.

Di encama teqîna yek ji wan bombeyan de li qezaya Şergat ya li bakûrê Parêzgeha Selahedînê 2 çekdarên heşda şebî hatine kuştin.

Bombeya din jî li heman deverê hatiye teqandin û di encama vê teqînê de jî 3 kesên medenî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.