Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî der barê çalakiyên xwe yên dawîn de agahî parve kirin. Li gorî daxuyaniyê di 3 çalakiyên HRE’yê yên li Şêrawa, Ezaz û navenda Efrînê de 6 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin û 5 çete jî birîndar bûne.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Roja 15’ê Nîsanê hêzên me li derdora gundê Kefer Nebo yê bi ser navçeya Şêrawa ve li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn.
Roja 17’ê Nîsanê hêzên me li derdora bajarê Ezazê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sekvanî li dar xist. Di encamê de 1 çete hat kuştin.
Roja 18’ê Nîsanê hêzên me li Çerxerêya Wetenî ya li navenda bajarê Efrînê li dijî çeteyên artêşa dagirker çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di encamê de 3 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn.
Di encama çalakiyên hêzên mê de bi giştî 6 çete hatin kuştin, 5 jî birîndar bûn.
Her wiha li gund û naveçeyên girêdayî herêma Efrîn û Şehbayê tevgera balafirên bêmirov berdewam dike û arteşa dagirker li herêmê gelek gund topbaran kirin.”
ANHA
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin