Ghebreyesus: Qonaxa herî dijwar hîn destpê nekiriye

dibêje rojên dijwar li pêşiya cîhanê dene
کوردستان TV
100%

Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus ser vîrusa korona careke din hişyarî da.

Ghebreyesus dîyar kir ku di şewba vîrusa korona de hîn qonaxa xirab destpê nekiriye.

 ‘’ Ghebreyesus got: Bi me bawer bikin. Ya herî xirab hîn nehatiye. Werin em rê li ber vê trajedîyê bigirin. Hîn gelek kesan ew trajedîya fehm nekiriye.’’.

Wî bi bîr xist ku di sala 1918’an de jiber grîba Îspanyol 100 mîyon kes mirine û dîyar kir ku ew ji serî de bo vîrusa korona hişyarî didin.

Vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye pirtir ji 2,400,000 kes û bi qasî 170,000 kes kuştine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.