S400 nayên ektîf kirin

jiber Koronayê ketîf kirin hatiye paşxistin
کوردستان TV
100%

Pergala berevanî ya mûşekiya S400 yaku Tirkiye ji Rûsyeyê kirî bû û bibû sedema alozî û nakokiyên mezin di navbera Amerîka, NATO û Tirkiyeyê de, nayê ektîfkirin.

Beriya niha Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan eşkere kiribû ku çi dibe bila bibe vê pergala berevanî ya S400 ektîf bikin.

Amerîka jî çend caran gef li Tirkiyeyê kiribû ku nabe ev pergal were ektîfkirin beruvajî vê Tirkiye rastî cezayên giran were.

Duhê berpirsekî hikûmeta Tirkiyeyê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike, ji ajansa nûçeyan ya  Reutersê gotiye ku jiber belav bûna Koronayê û çend mijarên din ektîf kirina S400an li Tirkiyeyê bo demeke nediyar hatiye rawestandin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.