Wezareta tendirostî ya hikûmeta herêma Kurdistanê îro duşem daxuyaniyek weşand û tê de ragihand ku hefteyeke ku li Kurdistanê ti welatiyek bi Koronayê neketiye.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî niha bi giştî li Kurdistanê de bi tenê 1673 welatî di qerentîneyê de mane ku 593 li Hewlêr, 173 li Silêmanî, 878 li Dihuk û 29 kes li devera Raperînê ne.
Li gor amarên wezareta tendirostî li Kurdistanê de bi giştî 337 welatî bi Koronayê ketibûn ku ji wan 260 bi temamî baş bûne û bo mal hatine şandin û 4 welatî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin