Balefirên Tirkiyeyê dîsa devera Wertê bordiman kirin

derbarê ziraran de zaniyarî nehatine bidestxistin
کوردستان TV
100%

Îro careke din balefirên artêşa Tirkiyeyê navendên gerîlayên PKKê yên li devera Wertê û Sengeserê bordiman kirin.

Di vê derbarê de birêveberê Wertê Muslih Zirar ragihand ku îro di seat 10 û 45 deqîqeyan de balefirên Tirkiyeyê baregehên gerîlayên PKKê yên li çiyayê Direbê ya di navbera Zîna Wertê û Zargelê de bordiman kirine.

Nav hatî diyar kirk u bordiman ti zirar nedaye xelkê deverê lê jiber sextî û dijwariya deverê me nikariye derbarê zirarên PKKê de jî ti zaniyarî bidest bixin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.