Serok Barzanî: Govara Gulan yek ji ragihandine herî geş ya Kurdiye

hêviya berdewamî û serkeftina zêdetir ji wan re dixwaze
کوردستان TV
100%

 

Serok Barzanî bi minasebeta 27 saliya damezrandina govara Gulan peyameke pîrozbayî pêşkêşî stafa govara Gulan kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedê mezin

Birêzan

Sernivîser, Rojnamevan û karmendên govara Gulan

Silav û rêz

Bi minasebeta 27mîn salvegera damezrandina govara Gulan pîrozbayiyên xwe pêşkêşî we dikim, gulan piştî 27 salan rixmî tevahiya wan rewş û qonaxên sext ku bi ser welatê me de hatine, bi ser tavahiya astengiyan re zal bûye, niha jî yek ji ragihandinên herî geş û pêşkeftiye di nava ragihandina Kurdistanê, rola we di dîroka karkirinê de diyar û bi bandore, hevlên we bilind dinirxînim.

Destxweşiya we dikim û hêviya berdewamiyê û serkeftina zêdetir bo we dixwazim

Mesûd Barzanî

20ê Nîsana 2020

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.