Du leşkerên Îraqî hatin kuştin

DIŞI li deverê liv û tevgerên xwe zêde kirine
کوردستان TV
100%

Terorîstên DIŞIê li Qeracê êrîşî ser hêzên artêşa Îraqê kirin û di encama êrîşê de du leşkerên Îraqê hatine kuştin.

Di vê derbarê de birêveberê nahiyeya Qeracê Hêriş Muslih ji Kurdistantvê  re ragihand ku dema hêzên leşkerî yên Îraqê li devera Qeracê mişxûlî operasiyoneke lêgerînê bûn, terorîstên DIŞIê êrîşî ser wan kirine û di encama êrîşê de du leşkerên Îraqî hatine kuştin.

Muslih eşkere kir ku ev demeke dirêje ku liv û tevgerên terorîstên DIŞIê li deverê de zêde bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.