Hijmara qerentîne kiriyan kêm bûye

li Hewlêrê 19 kesên din çê bûne
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê daxuyaniyek weşand û ragihand ku ji tevahiya kesên ku jiber Koronayê hatibûn qerentîne kirin (8230)welatî, niha tenê 1673 kes li seraserê Kurdistanê de di qerentîneyê de mane ku 593 ji wan li Hewlêrê, 878 li Silêmanî, 137, li Dihuk 878, li Raperîn 29.

Herwiha hatiye diyarkirin ku di nava 24 seatan de bi giştî 316 welatî li Kurdistanê ji qerentîneyê hatine derxistin û bo malên xwe hatine vegerandin.

Ji aliyeke din ve hate zanîn ku li Hewlêrê di nava 24 seatan de 19 welatiyên ku bi Koronayê ketibûn piştî wergirtina çareseriyên nûjdariyê ji Koronayê rizgar bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.