Bo Karmendên tendirostî stirîn

127.9 milyon dolar hatiye komkirin
کوردستان TV
100%

Hunermend û ekterên cîhanî spasiya karmendên tendirostî yên li seraserê cîhanê kirin ku di şerê dijî Koronayê de di eniya pêş dene.

Zêdetir ji 30 hunermend û ekterên navdar yên cîhanê bi rêya onlîne konserteke 8 seatî bo spasî kirina karmendên tendirostî li seraserê cîhanê organîze kirin û spasiya karmend û nûjdarên cîhanê kirin.

Bi rêya konsera han bi giştî 127.9 miliyon dolar hate komkirin û vê ev pereyên han bo kerta tendirostî li cîhanê were mesrefkirin.

Ev konser û program bi hevkariya saziya tendirostiya cîhanî û dezgeha welatî bûna cîhanî hatiye organîzekirin.

Weke tê zanîn li seraserê cîhanê bi giştî 2 miliyon û 337 hezar û 878 kes bi Koronayê ketine û 161 hezar û 7 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 599 hezar û 149 kes jî ji Koronayê rizgar bûne.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.