Girtiyek azad bû yeke din jî dest bi grevê kir

bi tawana endam bûn di partiyên Kurdî de hatine girtin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan ji Rojhilatê Kurdistanê, girtiyeke siyasî yê Kurd ji girtîgehê hatiye azadkirin lê girtiyeke din yê Kurd li girtîgehê dest bi grevê kiriye.

Li gor nûçeyeke Kurdpayê, girtiyê siyasî yê Kurd bi navê Husê Mehmûdî ji girtîgeha Bûkanê hatiye azadkirin.

Nav hatî beriya du salan bi tawana endam bûn di nava partiyeke Kurdî de hatibû girtin.

Heman çavkanî eşkere kir ku li girtîgeha Dîzelawa ya Kirmaşanê jî girtiyeke din yê Kurd yê siyasî bi navê Îsmaîl Moradî ku xelkê Selasê Bavecaniye, jiber zextên li dijî vî û rewşa vê ya li girtîgehê de dest bi grevê kiriye.

Moradî li gel 4 hevalên din yên xwe beriya 5 salan ji aliyê dadgeha rejîmê ve bi tawana endam bûn di partiyên Kurdî de hatibûn cezakirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.