Guterres biryara Trump ya ser alîkariya bo WHO rexne dike

Amerîka beriya niha hevkariyên xwe yên bo WHO rawestandibû
کوردستان TV
100%

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) biryara Serok Donald Trump ya ser rawestandina alîkariya bo rêxistina saxlemî ya Cîhanê (WHO) rexne kir.

Guterres da zanîn ku Trump di demeke şaş de alîkariya bo WHO rawestandiye.

Wî diyar kir ku ‘’dem dema hevkariyê ye’’ û got ku divê civaka navneteweyî bo têkbirina vîrusa korona bi hev re bixebite.

Trump dabû zanîn ku WHO di karên xwe de ne serketî ye û dîyar kiribû ku ewê li ser wê rêxistinê dest bi lêpirsînekê bikin.

Amerîka di sala 2019’an 400 mîlyon dolar dabû WHO ku ew ji nav alîkarîyên dewletan ya herî zêde bû

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.