Birêveberatiya tendirostiya Hewlêrê îşev ragihand ku 11 welatiyên din yên ku beriya niha bi Koronayê ketibûn, piştî wergirtina çareseriyên nûjdarî rewşa wan baş bûye û ji Koronayê rizgar bûne.
Li gor daxuyaniya han tevahiya cerbandinên nûjdarî bo wan 11 kesan hatine kirin û di encam de derketiye ku rewşa wan ya tendirostî gelek başe û bo malên xwe hatine şandin.
Di beşeke din ya vê daxuyaniyê de behsa vê yekê hatiye kirin ku heta niha li Hewlêrê bi giştî 89 welatî ji Koronayê rizgar bûne û ji nexweşxaneyê hatine derxistin û bo malên xwe hatine şandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin