Serokwezîra Zelanda Nû mûçeya xwe jiber Korona kêm dike

mûçeya karmendên tendirostî û polîsan nayê kêmkirin
کوردستان TV
100%

Serokwezîra Zelanda Nû Jacinda Ardern diyar kir ku jiber rewşa ku jiber derketina Koronayê derketiye holê bi qasî sedî 20 ji mûçeya xwe kêm bike.

Ardern di preskonferansekê de diyar kir ku endamên din yên hikûmetê û karmendên payabilind jî dê 20 ji sedê mûçeyên xwe nestînin.

Wê got ku ewê di mûçeyên karmendên saxlemiyê û polîsan de ti kêmkirin nebe.

Zelanda Nû jiber vîrusa korona derketina derve sînordar kiriye.

Li wî welatî bi qasî 5 mîlyon kes dijîn û heta niha 9 kesan bi vîrusa korona jiyana xwe ji dest daye

Bi destkarî ve ji voayê hatiye wergirtin

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.