Jeneral Mismarî: Me tu daxuyaniyeke wisa neweşandiye

dibêje tişteke wisa tuneye
کوردستان TV
100%

Piştî belav kirina daxuyaniyekê ku qaşo ya Peyvdarê artêşa Nîştimaniya Lîbya ya bi Serokatiya Jenerale Xefter, Jeneral Ehmed Mismarî hate weşandin û tê de hate gotin ku qaşo pêşmergeyekî leşkerê Roj li Lîbyayê ku şerê dijî hêzên nîştimanî kiriye hatiye kuştin, Mismarî daxuyaniyek weşand.

Jeneral Mismarî di daxuyaniya xwe de dibêje ku ev daxuyanî ne ya me ye û me ti daxuyaniyeke wisa nedaye û tişteke wisa jî tuneye.

Herwiha Fermandariya giştî ya leşkerê Roj jî ragihand ku ti pêşmergeyeke wan neçûye lîbya û kesê ku navê vî hetiye belavkirin ti têkiliyeke vî li gel hêzên pêşmerge tuneye.

N: E. G

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.