Çend kompaniyên taybet hevkariya hêzên pêşmerge dikin

bo parastina selametiya pêşmerge tedbîrên pêwîst hatine stendin
کوردستان TV
100%

Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku bo rûbirû bûna Koronayê çend kompaniyên kerta taybet bi awayekî dilxwaz hevkariya hêzên pêşmerge kirine.

Li gor daxuyaniya han, kompaniyên dilxwaz amûrên reşandina dermanên antî vîros û dermanên curbicur yên antî vîros bo beşeke zêde ji cîhên hêzên pêşmerge dabîn kirine.

Ji aliyeke din ve yekîneya madeyên kîmiyayî ya wezareta pêşmerge eşkere kir ku prosesa reşandina deremanên antî vîros li cîh û şûnên hêzên pêşmerge berdewame û bo parastina selametiya hêzên pêşmerge tevahiya tedbîrên pêwîst hatine stendin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.