Terorîstan agir bi qontarên çiyayê Qereçoxê berdan

terorîstên DIŞIê li vê deverê çalakin
کوردستان TV
100%

Şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê agir bi qontarên çiyayê Qereçoxê ya li devera Mexmûrê berdan.

Li gor zaniyariyên berdest şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li nêzî gundên Elîşe Reş û Berdespî ya ser bi Mexmûrê ve agir bi qontarên çiyayê Qereçoxê berdane.

Ev dever, yek ji wan deveraye ku têde boşatiya ewlekarî heye û terorîstên DIŞIê jî vê yekê weke derfet bikar tînên daku kiriyarên xwe yên terorîstî zêdetir bikin.

Weke tê zanîn di destpêka îsal de hêzên pêşmerge û hevpeymaniya cîhanî jî bi hevbeşî li deverê operasiyonek lidar xistin bûn û hijmareke zêde terorîst hatibûn kuştin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.