Li gor daxuyaniyeke nivîskî yaku li ser pêgeha fermî ya nexweşxaneya rizgarî ya Hewlêrê hatiye belavkirin, 18 welatiyên din yên ku bi Koronayê ketibûn, baş bûne.
Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku 18 welatiyên ku beriya niha bi Koronayê ketibûn û li nexweşxaneya rizgarî dihatin dermankirin, piştî wergirtina çareseriyên pêwîst yên nûjdariyê, rewşa wan baş bûye û ji Koronayê rizgar bûne.
Di dawiya daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku îro cerbandinên dawî yên nûjdarî bo wan hatine kirine û encama tevahiyan baş bûye lewre ev her 18 kes bo mal hatine şandin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin