Dezgeha xêrxwaziya Barzanî ku li cîhan û deverê de hevkariya xizan û kesên nedar dike, li Brîtanyayê weke dezgeheke fermî ya xêrxwazî hate tomarkirin.
DXB ji aliyê komîsyona taybet ya saziyên sivîl ya Brîtanyayê ve weke saziyeke xêrxwazî hatiye tomarkirin û ev yekemîn dezgeha xêrxwaziya Kurdistan û Rojhilata Navîne ku li Brîtanyayê bi fermî tê tomarkirin.
DXB mezintirîn dezgeha xêrxwaziya Kurdistan û Rojhilata Navîne ku bêyî cudatî hevkarî pêşkêşî kesên xizan û nedar û herwiha wan kesan dike ku di encama bûyer û karesatên xwezayî de rastî ziraran tên.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin