Li Îraqê 26 kesên din bi Koronayê ketin

77 kes jî ji Koronayê rizgar bûne
کوردستان TV
100%

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya Îraqê îro duşem li Îraqê bi giştî 26 welatiyên din bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han di nava 24 seatan de li Başûr û naverasta Îraqê bi giştî 26 kesên din bi Koronayê ketine lê li Kurdistanê ti kesek bi Koronayê neketiye.

wezareta tendirostî ya Îraqê herwiha eşkere kiriye ku di 24 seatên derbasbûyî de 77 kesên ku bi Koronayê ketibûn baş bûne û ji Koronayê rizgar bûne.

Heta niha li Îraqê bi giştî 1378 kes bi Koronayê ketine û 78 kes jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.