Li Amedê 14 kes canê xwe ji dest dane

amûrên pêwîst yên nûjdariyê gelek kêmin
کوردستان TV
100%

Rewşa karmendên tendirostiyê di metirsiyê deye.

Platforma tendirostiya Amedê ragihand ku Korona li vê bajarê jî belav bûye, lê amûrên rûbirû bûna Koronayê li vê bajarî gelek kêmin.

Li gor raporta platformê hijmara testên rojane li Amedê gelek kême, li bajar amûr û kerestên pêwîst yên nûjdariyê bo rûbirû bûna Koronayê gelek kêmin û ev yek jî bûye sedem daku rewşa nûjdar û perestarên ku nexweşên Koronayê derman dikin bikeve metirsiyê.

Di beşeke din ya vê raportê de behsa vê yekê hatiye kirin ku heta niha 14 kes li Amedê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.