Li Silêmanî hêdî hêdî rewş normal dibe

cîhên xizmetgozarî tên vekirin
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya tendirostiya Silêmanî îro daxuyaniyek weşand û tê de behsa vê yekê kir ku, Korona hêdî hêdî ber bi nemanê ve diçe lêbelê tedbîrên tendirostî yên bo xwe parastinê berdewam dibin.

Li gor daxuyaniya han, birêveberatiya tendirostiya Silêmanî 8 biryarên nû derbarê rewşê de belav kiriye û daye zanîn ku qedexe berdewam dibe, lê dikan, cîhên veguhastin û veguherîna diravan û hin cîhên din vê ji seat 8ê sibê heta 2 nîvroyê vekirî bin.

Herwiha welatî jî dikarin bi liber çav girtina tedbîran di nava sînorên taxên xwe de pêdiviyên xwe dabîn bikin.

Herwiha sertaşxane, cîhên çê kirina tirimbîlan û çend cîhên din yên xizmetgozarî jî vekirî dibin.

Bankên kerta taybet her hefte sê roj vekirî dibin.

Di dawiya daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku her kes pêbendî şîretan nebe vê were cezakirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.