Erdogan dev jikar berdana wezîrê xwe qebûl nekir

gotiye dem ne dema dev jikar berdanê ye
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê bi şev wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Soleyman Soylû jiber qerebalixiya ku di dema ragihandina ji nîşkave ya qedexeya hatûçûyê hatibû rexnekirin, dev jikar berdana xwe ragihand, Serokkomarê Tirkiyeyê ev yek qebûl nekir.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê Erdogan gotiye, dem ne dema dev jikar berdanê ye belku dem dema şerê dijî Korona û yekgirtinê ye, lewre nabe ti rayedarek dev jikar berde.

Herwiha hate zanîn ku alî û derdorên neteweperest yên Tirkiyeyê bi rêya telefûnê li gel Erdogan axevîne û daxwaz jê kirine ku dev jikar berdana Soylû qebûl neke.

Weke tê zanîn heta niha li Tirkiyeyê nêzî 1200 kesan bi Koronayê canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 57 hezar kesên din jî bi Koronayê ketine.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.