Mimkune Franse sînorên xwe daxe

mimkune heta meha Îlonê sînorên xwe daxe
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Franseyê Serokê vê welatî bo rûbirû bûna Koronayê hizra daxistina sînorên welat li gel welatên dinyên Ewrûpayê dike.

Kanala BFM TV ya Fransî belav kir ku Serokê Franseyê Emmanuel Macron di gotareke xwe de yaku di civîna xwe ya li gel Serokên sendîkayên vê welatî de pêşkêş kiriye gotiye; Bo rûbirû bûna Koronayê lazime em tedbîrên baştir bistînin û yek ji wan tedbîran jî daxistina sînorane.

Jêder belav kiriye ku Macron diyar kiriye ku mimkune heta meha Îlonê emê sînorên Franseyê li gel welatên din yên Ewrûpayê daxin jiber ku hatûçûya azad dibe sedema belav bûna zêdetir ya Koronayê.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.