Serokwezîr cejna Qiyame li welatiyên Mesîhî pîroz kir

daxwaz ji wan dike pêbendî tedbîrên tendirostî bin
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê herêma Kurdistanê peyamek pêşkêşî welatiyên mesîhî kir ku ev jî tekesta vê ye;

 

Bi minasebeta hatina cejna Qiyame (Qiyamet) pîrozbayiyên xwe pêşkêşî xuşik û birayên Mesîhî li herêma Kurdistanê, Îraq û cîhanê dikim.

Hêvî dikim xwedê mezin îbadet û duayên we qebûl bike û di rewşeke xweş û aram de cejna xwe pîroz bikin.

Kurdistanê demeke dirêje ku navenda bihevre jiyana olî bûye û hikûmeta herêma Kurdistanê jî tekez li ser pêbendiya xwe bo parastin û bihêztir kirina çanda bihevre jiyana aştiyane ya pêkhateyên olî û etnîkî dike.

Ev cejna han hevdeme li gel belav bûna Koronayê û ew rewşa dijwar yaku rastî herêma Kurdistan û cîhanê hatiye, jiber vê yekê daxwaz ji welatiyên hêja dikim berdewam bin li ser pêbend bûn bi tedbîrên tendirostî yên bo xwe parastinê.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.