Du balefirên şer yên Tirkiyeyê hatin xistin

balefir li derdorê Trablusê hatine xistin
کوردستان TV
100%

Artêşa nîştimaniya Lîbyayê ya bi Serokatiya Jeneral Xelîfe Xefter ragihand ku hêzên wan karîne du balefirên şer yên Tirkiyeyê bixin erdê.

Li gor daxuyaniya artêşa nîştimaniya Lîbyayê ya bi Serokatiya Xefter, du balefirên bê pilot yên Tirkiyeyê yên ku li Tirkiye ji wan re dibêjin SÎHA, dema li nêzî Trablusê xwestine hêzên artêşa nîştimaniya Lîbyayê bordiman bikin, xistine erdê.

Artêşa nîştimaniya Lîbyayê yaku niha beşeke zêde ya Lîbyayê kontrol dike, li dijî hêzên hikûmeta Serac operasiyonên xwe didomîne û tenê bajareke mezin di destê Serac de maye ku ev jî niha ji aliyê hêzên Xefter ve hatiye dorpêçkirin.

Tirkiye jî li dijî Xefter bi her awayî piştgîrî dide, Serac.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.