AFP: Hijmara pêketiyên a Korona 1,500,000 derbaz kir

hîn jî bilez li cîhanê belav dibe
کوردستان TV
100%

Ajansa nûçeyan ya AFP’ê ragihand ku hejmara pêkêtîyên vîrusa korona ya li seranserê cîhanê 1,500,000 derbaz kiriye.

Li gor agahiyên AFP’ê ji daxuyanîyên fermî yên dewletan û pêzanînên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dane ber hev, vîrusa korona heta niha 87,320 kes kuştine.

Ew vîrusa ku di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Hubei ya Çînê derketibû li 192 dewletan belav bûye.

Amerîka bi pirtir ji 400,000 pêketîyên vîrusa korona di rêza yekê de ye.

Li temamê Ewrupa 772,000 pêketîyên vîrusa korona hatine tespît kirin û 61,000 kes bi wê jîyana xwe ji dest dane.

Vîrusa korona li Îtalya 17600 kes kuştine û ew bi vê hejmarê li cîhanê li pêş e

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.