Ednan Zurifî dev jikar vekêşa

Mistefa Kazimî hatiye berbijêrkirin
کوردستان TV
100%

Îro Ednan Zurifî ku beriya niha ji aliyê Serokkomarê Îraqê ve bo ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê hatibû pîwerdarkirin, devjikar berdana xwe ragihand.

Zurifî di preskonferansekê de diyar kir ku daxwaza lêbûrînê ji gelê Îraqê dike ku nikariye hikûmetê ava bike.

Her îro Serokkomarê Îraqê keseke nû bi navê Mistefa Kazimî bo ava kirina kabûneya nû pîwerdarkir.

Weke tê zanîn beriya niha hin aliyê şîe li dijî Zurifî lihev kiribûn û ragihandibûn ku piştgîrî ji Zurifî û hikûmeta vî nakin.

Zurifî duyem kese ku nikare hikûmeta nû ya Îraqê ava bike.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.