Birêveberatiya tendirostiya Dihukê belav kir ku îro 5 kesên din ku beriya niha bi Koronayê ketibûn û hatibûn qerentînekirin, îro rewşa wan baş bûye.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Dihukê ev her 5 welatî di qerentîneyê de ji aliyê nûjdaran ve hatine dermankirin û îro cerbandinên dawî yên nûjdariyê bo wan hatine kirine û rewşa wan baş bûye û bo malê hatine şandin.
Niha li Dihukê tenê sê nexweşên Koronayê mane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin