Birêveberatiya tendirostiya Dihukê îro sêşem ragihand ku li bajarê Dihukê 3 welatiyên din piştî cerbandinên nûjdariyê derketiye ku bi Koronayê ketine.
Li gor daxuyaniya birêveberatiya tendirostiya Dihukê, ev her sê kes ji Brîtanyayê vegeriyane Kurdistanê û ji bav, hevjîn û zarokekî 10 mehî pêk hatine.
Weke tê zanîn li Dihukê berêya niha 15 kes bi Koronayê ketibûn, lê 7 kes baş bûne û niha tenê 8 kes li vê bajarê bi Koronayê ketine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin