Li Hewlêrê 5 kesên din bi Koronayê ketin

heta niha 285 kes bi Koronayê ketine
کوردستان TV
100%

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê belav kir ku 5 welatiyên din li Hewlêrê bi Koronayê ketine.

Li gor daxuyaniya han ev her 5 kes, berketiyên wan kesanin ku beşdarî di pirseyên taxa Karêzan ya Hewlêrê kiribûn.

Di beşeke din ji daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku heta niha li Kurdistanê bi giştî 285 welatî bi Koronayê ketine û 3 welatî jî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.