Wezîrê tenduristiyê yê hikûmeta Kurdistanê hişyariya metirsiyek mezin û karesatekî însanî da û got: Em li berdem metirsiyeke gelek mezin dane.
Wezîrê tenduristiya hikûmeta Kurdistanê Saman Berzincî di peyamekî kurt de yaku di tora xwe ya civakî facebookê de belav kiriye ragehandiye ku herêma Kurdistanê li ber metirsiyekî mezin û karesatekî însanî deye..
Ev peyama wezîrê tenduristiyê piştî wê yekê tê ku îro 06.04.2020ê di encama test û kontrolan de 41 berketinên vîrusa korona li bajarê Hewlêrê hatin tomarkirin û bi vî awayî hejmara berketiyên vîrusa korona geheşte 277 kesan.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin