Komeleya Lêkolînên Kurdî wê kursên xwe yên zimanê kurdî online bide

proses piştî 15ê mehê destpê dike
کوردستان TV
100%

Komeleyê ji ber belavbûna nexweşiya koronavirusê ango Covid-19ê wê kursên xwe yên kurdî online berdewam bike.

Komeleya Lêkolînên Kurdî li ser hesabên xwe yên medya civakî belav kiriye û gotîye, ji 15ê Nîsanê û pê ve bi awayekî online waneyên kurdî wê destpê bikin. Komeleyê di daxuyaniya xwe de bang kiriye û gotiye kesên dixwazin hînî xwendin û nivîsîna kurdî bibin û kurdîya xwe pêşve bibin, dikarin beşdarî van waneyan bibin.

Ji bo beşdarbûnê kursan divê forma ku hatiye weşandin bê dagirtin. Kurs wê bi rêya bernameya Zoomê pêk qere.

Waneyên kurmancî û kirmanckî/zazakî, wê nava hefteyê her roj di navbera saet 19:00 - 21:00an de li ser bernameya navborî çêbin

Bianet

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.