Li Amerîkayê nêzî 8 hezar kesan canê xwe ji dest dane

rewş li vê welatî her diçe aloztir dibe
کوردستان TV
100%

Navenda kontrol kirin û nehêştina nexweşiyan ya Amerîkayê yaku bi (CDC) tê nasîn daxuyaniyek weşand û tê de behsa amarên dawî yên Koronayê li Amerîkayê kir.

Li gor daxuyaniya navenda CDC heta niha li Amerîkayê 304 hezar û 826 welatiyên Amerîkî bi Koronayê ketine.

Di beşeke dinya daxuyaniya han de behsa hijmara miriyan jî hatiye kirin û hatiye diyarkirin ku heta niha li Amerîkayê 7 hezar û 616 welatî jiber Koronayê canê xwe ji dest dane.

Weke tê zanîn ku Serokê Amerîkayê jî hefteya derbasbûyî behsa vê yekê kiribû ku mimkune zêdetir ji 100 hezar kesan bimirin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.