Rewşa Serokwezîrê Brîtanyayê ne başe

heta niha zêdetir ji 5 hezar kesan canê xwe ji dest dane
کوردستان TV
100%

Li gor çapemeniya Brîtanyayê, rewşa tendirostî ya Serokwezîrê vê welatî Boris Johnson ku hefteya derbasbûyî bi Koronayê ketibû, nebaşe.

Nivîsîngeha Serokwezîrê Brîtanyayê belav kiriye ku hefteya derbasbûyî Boris Johnson bi Koronayê ketibû û li mal xwe qerentîne kiribû lêbelê koxe û taya vî kêm nebûye û rewşa vî hîn aloztir bûye lewre nav hatî bo nexweşxaneyê hatiye veguhastin.

Li gor çapemeniya Brîtanî heta niha li vê welatî 47 hezar kes bi Koronayê ketine û zêdetir ji 5 hezar kesan jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.