Li gor çavkaniyên nûçeyan îro li bendîxaneya navendî ya bajarê Mehabadê ya li Rojhilatê Kurdistanê di navbera girtî û gardiyanan de şer û pevçûn qewmiye.
Di girtîgeha Mehabadê de yaku nêzî 300 girtî tê de dimînin jiber nebûna xizmetgozariyan û bêpar hêştina girtiyan ji hin maf û îmtiyazan, bi taybetî azad kirina girtiyan jiber metirsiya Koronayê, di navbera zirêvan û girtiyan de şer û pevçûn qewmiye û herî kêm 6 girtî canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.
Jêder behsa vê yekê dikin ku zirêvan gole li ser girtiyan reşandine jiber vê yekê tê payîn hijmareke zêde girtî canê xwe ji dest dabin anjî birîndar bibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin