Piştî ku bo rûbirû bûna Koronayê û bi mebesta xwe parastinê, beriya niha biryara qedexeya hatûçû hatibû dayîn, lê şeva derbasbûyî jî komîteya rûbirû bûna Koronayê civîneke din li dar xist û di civînê de biryareke nû der kir.
Li gor biryara han vê bi qasî du rojan li Kurdistanê qedexeya giştî were ragihandin û bazar, dikan û cîhên din jî werin daxistin.
Piştî biryarê, îro şeme di seat 12an de qedexe destpê kir û ne tirimbîl û ne jî bi pêyan kes nikare hatûçû bike.
Aliyên têkildar behsa vê yekê dikin ku kesek ku pêbendî biryarê nebe vê bi tundî were cezakirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin