Serok Barzanî: Jiyana çiya, xweştire ji jiyana Koşkan

Serok Barzanî dibêje Cogirafiya jî zilim li me kiriye
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala “MBC1” ragihand cografiya zilim û stemekî mezin li me kiriye.

Serok Barzanî diyar kiriye ku koça dawî ya Barzaniyê nemir bo me karesat bû, lê belê nebûye sedema wê yekê ku doza Kurd ji nav biçe..

Di hevpeyvînê da bersîva wê pirsyara gelo cografiya stem û zordariyê li Kurdan kiriye? Serok Barzanî got: Bêguman cografiya sîtemekî mezin me kiriye.

Serok Barzanî: Ew kesê zilim û stemkarî hemberr hatibe kirin û ew bi xwe jî zilimê û stemkariyê hemberî xelkê bike, hêjayî vê ye ku stemkariya zêdetir li hember wan bêkirin.

MBC1 dipirse: Em gelek kêm dibînîn Kek Mesûd ji bilî cilê Kurdî cileke din li ber kiribe, eve ji bo çi?

Serok Barzanî: Ev cilê Kurdî yê ku ez li ber dikim, cilê Pêşmergeye, ez di wê baweriyê da me, eger van cilan li ber nekim, awayeke din pîşan didim, dibe ku bandorê li ser Pêşmerge hebe.

MBC1: Jiyana koşk yan jiyana çiya, tu kijanê hildibijêrî?

Serok Barzanî: Jiyana çiya.

MBC1: Lê belê jiyana çiya dijware?

Serok Barzanî: Li cem min ev tişte beruvajiye, jiyana çiya li cem min xweştire.

MBC1: Dengê teqînê li cem te çi wateyê digihîne?

Serok Barzanî: Mûzîk

Bi destkarî ve ji Rojeva Kurd hatiye wergirtin

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.