Îran bersifa Trump da

duhê Serokê Amerîkayê gef li Îranê xwaribû
کوردستان TV
100%

Piştî ku duhê Serokê Amerîkayê Donald Trump eşkere kiribû ku Îran û çekdarên Îraqî yên ser bi Îranê amadekarî dikin daku êrîşî ser hêzên leşkerî yên Amerîkî bikin û emê bersifeke gelek dijwar bidin wan û Îran jî baceke gelek giran bide, wezîrê derve yê Îranê bersifa Trump da.

Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf eşkere kir ku Îran bi ti awayî nabe welatê yekê ku şer bide destpêkirin lêbelê ewin ku şerê bi Îranê bifiroşin vê Îran jî bersifeke dijwar bide wan.

Zerîf herwiha eşkere kiriye ku Îran beruvajiya Amerîkayê, tenê kar bo parastina xwe dike û Îran bi ti awayî şer nade destpêkirin lêbelê Îran bersifeke dijwar dide wan aliyan jî ku şerê bi Îranê bifiroşin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.