Hêzên rizgariya Efrînê ku bi HRE tên nasîn daxuyaniyek belav kirin û ragihandin ku duhê yekê Nîsanê li Efrîn û derdorê di encama êrîşên wan de herî kêm 6 cîhadiyên ser bi artêşa Tirkiyeyê hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniya HRE duhê li Şera û Şêrawa ya ser bi Efrînê hêzên HRE êrîşî ser cîhadiyan kirine û di encam de 6 cîhadî hatine kuştin û cîhadiyeke din jî birîndar bûye.
Ji aliyeke din ve hate zanîn ku îro pêncşem artêşa Tirkiye û cîhadiyan gundên Bêne û Aqibê yên ser bi Efrînê bi tundî topbaran kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin