Wezîrên Kurdistanê nîveya du mûçeyên xwe dibexişin

behsa çend miranên giring weke korona, rewşa darayî û xwendinê hate kirin
کوردستان TV
100%

Îro civata wezîran ya herêma Kurdistanê civiya û piştî civînê jî ev daxuyanî hate belavkirin;

Îro çarşem 1/4/2020 bi rêya vîdyo konferansê me gerînendetiya civîneke hikûmeta herêma Kurdistanê kir.

Di destpêka civînê de raportek derbarê rewşa darayî ya herêma Kurdistanê û bandora Korona û dabezîna buhayê petrolê li bazarên cîhanê, hewldanên heyî bo ji nûve organîzekirina dahat û xerciyan li herêma Kurdistanê yaku ji aliyê wezîrê darayî û Serokê Dîwana Serokatiya civata wezîran ve hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.

Me tekez li ser vê yekê kir ku rixmê kêm bûna rêjeyeke zêde ji dahatên herêma Kurdistanê, lê hikûmet tevahiya hewlên xwe bo ku kêmtirîn zirar bigehêje welatiyan bi tevger dike û karê niha yê hikûmeta herêma Kurdistanê parastina tendirostiya welatiyan û dabîn kirina erzaq, derman û mûçeye.

Di berdewamiya civînê de behsa vê yekê hate kirin ku pir cor kirina abûrî û çavkaniyên dahatê û giringî dan bi tevahiya kertên abûrî, bi taybetî çandiniyê, beşeke giring ji bernameya kabîneya 9an ya hikûmeta herêma Kurdistanê bûye, jiber vê çendê niha jî zêdetir tekez li ser giringîdan bi kerta çandiniyê dikin û di vê çarçoveyê de jî piştgîriya hewldanên wezareta çandiniyê û çavkaniyên avê dikin.

Bi piraniya dengan biryar hate dayîn daku, bernameya civata wezîran dabîn kirina mûçeya karmendên hikûkmetê û destkarî nekirina mûçeyan be, herwiha endamên civata wezîran biryar dan nîveya mûçe û dermaleyên( hevkariyên xwe) du hemên xwe pêşkêşî gencîneya hikûmetê bikin daku li ser xelk xizan were dabeşkirin.

Di rojeva dudiyan ya civînê de pêşnivîsa civata wezîran bo asankarî kirin bo cîhbicîh kirina proje qanûna reforman ya hijmara 2 ya sala 2020an hate nirxandin û tekez li ser giringiya cîhbicîh kirina qanûna reforman hate kirin bi awayek ku şayisteyên darayî yên mûçexorên herêma Kurdistanê were gerentîkirin, piştî giftgûoyeke berfire û çend guhertinan ev projeya han bi piraniya dengan hate pejrandin û komîteyeke qanûnî ji civata wezîran hate pîwerdarkirin daku mekanîzma qanûnî bo kêm kirina bargiranî li ser milê xelkê kasibkar, kirêdar yên ku jiber tedbîrên xwe parastinê li hember Koronayê rastî ziraran hatine amade bike.

Biryar hate dayîn daku pêşniyara wezîrê darayî û abûrî û Serokê Dîwana civata wezîran ya derbarê kêm kirina xerciyên wezaret û dezgehên fermî bi awayekî berçav were kirimkirin, were pejrandin û giringî bi dabîn kirina mûçeyan û xizmetgozariyên giştî were dayîn û biryar hate dayîn daku proje qanûna reforman bo kêm kirina xerciyên ne hewce bikeve meriyetê daku encama vê jî bikeve xizmeta mûçexorên mafdar.

Di rojeva sêsiyan ya civînê de her du wezîrên perwerde û xwendina bilind û lêkolînên zanistî pilana temamker y abo xwendina sala 2019 û 2020 pêkêş kir ku tê de behsa prosesa xwendinê, îmtîhanan û piştîvanî kirin ji pêşniyara dabîn kirina xwendin û hîn bûnê bi awayê hevkar bi rêya projeya xwendina onlîne bo Xwendekaran û domandina projeya xwendina onlîne, di nava navendên xwendinê yên taybet weke awayekî palpiştîker daku tevahiya pêdiviyên teknîkî, îdarî û qanûnî yên xwendina onlîne li herêma Kurdistanê de werin dabînkirin.

Di berdewamiya civînê de wezîrê tendirostî raporteke berfire derbarê Koronayê li herêma Kurdistanê de pêşkêş kir û hevdem li gel destxweşî kirin ji nûjdar û perestar, karmendên tendirostî, hêzên ewlekarî, karmendên şaredariyan û tevahiya yekîneyên îdarî yên herêma Kurdistanê, biryar hate dayîn daku wezareta tendirostî, bi hemahengî li gel Parêzgar û Serokên îdareyên serbixwe pêdiviyên tendirostî, weke derman û amûrên tendirostî bo niha û qonaxa pêş jî bo rûbirû bûna Koronayê dabîn bikin. Herwiha spasiya berxwedan û pêbend bûna xelkê jî hate kirin û me daxwaz kir ku xelk jî li ser pêbendbûnê berdewam be.

 

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.