Trump: Bo du sê hefteyên pêş xwe amade bikin

dibêje mimkune 100 hezar kes bimirin
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîkayê bang li welatiyên Amerîkî dike ku bo du sê hefteyên pêş haziriyên xwe bikin.

Serokê Amerîka Donald Trump li Qesira Sipî diyar kir ku bi kêmî ve 100,000 welatiyên Amerîkî dê jiber vîrusa korona bimirin.

Trump da zanîn ku ew du sê hefteyên li pêş dê di têkoşîna dijî vîrusa korona de dijwar bin.

.Trump got: Ez bang li herkesî dikim ku bo rojên li pêş hazirîyên xwe bikin. Ew dê yek ji du sê hefteyên herî dijwar yên welatê me bin. Em dê bi hezaran kes winda bikin.’’

Rêvebira Têkoşîna Dijî Vîrusa Korona yê Qesira Sipî Debbie Birx jî diyar kir ku li gor texmînên wan yên geşbîn dê hejmara kesên jiber vîrusa korona dimirin di navbera 100,000 û 240,000 de be.

Debbie Birx ew wê texmînê di ser kesên li gor tedbîrên dijî vîrusa korona re tevnagerin dibêjin.

Serokê Enstîtuya Neteweyî ya Alerjî û Nexweşiyên Enfeksîyonî Anthony Fauci jî got ku bo hejmara mirîyên vîrusa korona kêm be çi ji dest wan were ewê bikin.

Fauci got dibe ku ew ji hemwelatîyan bixwazin ku bi maskeyan bigerin.

Li gor agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê hejmara pêketîyên vîrusa korona yên li Amerîka bi qasî 190,000 e û wê vîrusê li wî welatî pirtir ji 4000 kes kuştine

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.