Îran: Liv û tevgerên Amerîkayê ewlekariya deverê dixin metirsiyê

dibêje Amerîka dixwaze rewşa Îraqê têk bide
کوردستان TV
100%

Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Ebas Mûsewî di presskonferansekê de derbarê liv û tevgerên leşkerî yên artêşa Amerîkayê li Îraqê de ragihand ku ev liv û tevgerên han dibin sedema têkdana ewlekariya deverê û deverê bi giştî ber bi karesateke mezin ve dibin.

Mûsewî eşkere kiriye ku ev pêngava Amerîkayê aloziyên heyî kûrtir dike û kêşeyên zêdetir çê dike.

Nav hatî behsa vê yekê kiriye ku lazime li gor biryara NY di vê demê de her kes li dijî Koronayê hewl bide, lêbelê Amerîka hewl bo têkdana rewşa Îraqê dide.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.