Hikûmet hewl bo vegerandina Kurdistaniyan dide

di warê darayî û qanûnî de hevkariya wan dike
کوردستان TV
100%

Fermangeha têkiliyên derve yên hikûmeta Kurdistanê belav kir ku hikûmet dest bi hewlên cidî bo vegerandina wan welatiyên Kurdistanê kiriye ku piştî belav bûna Koronayê li welatên din asê mane.

Li gor daxuyaniya fermangeha têkiliyên derve, hikûmeta herêma Kurdistanê hem di warê darayî û him jî di warê qanûnî de bi rêya wezareta derve ya Îraq, nunerên dîplomatîkî yên hikûmeta herêma Kurdistanê, hewl dide wan Kurdistaniyên ku li derveya welat jiber belav bûna Koronayê asê mane, anjî di nava rewşeke ne normal ya qanûnî dene vegerîne Kurdistanê.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku di dema vegerandinê de vê tedbîrên pêwîst yên nûjdarî li hember wan welatiyan werin stendin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.