Sê hotêl li Hewlêrê radestî hikûmetê hatin kirin

radestî wezareta tendirostî hatine kirin
کوردستان TV
100%

Îro li bajarê Hewlêrê xudanên sê hotêlan weke hevkarî kirina hikûmeta Kurdistanê bo rûbirû bûna Koronayê, hotêlên xwe radestî hikûmetê kirin.

Xudanên wan her sê hotêlan eşkere kirine ku ev hotêlên xwe radestî wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê kirine daku di şerê rûbirû bûna Koronayê de eger pêdivî be weke qerentîne wan bikar bîne.

Weke tê zanîn di dema belav bûna Koronayê de 5 hezar û 500 welatiyên Kurd ji derveya Kurdistanê vegeriyan û hatin qerentînekirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.