Qedexeya hatûçû hat dirêj kirin

heta 10ê Nîsanê qedexe didome
کوردستان TV
100%

Êwara roja sêşemê wezîrê navxwe yê hikûmeta herêma Kurdistanê Rêber Ehmed di presskonferansekê de ragihand ku qedexeya hatûçû yaku bo xwe parastin ji Koronayê hatibû ragihandin, hate dirêj kirin.

Rêber Ehmed herwiha eşkere kir ku qedexe heta 10 meha Nîsanê hatiye dirêjkirin û lazime her kes bo parastina selametiya Kurdistaniyan hevkariya aliyên têkildar bike.

Nav hatî anî ziman ku qedexe tenê ne bo tirimbîlane belku bo hatûçûya bi pêyane jî.

Wezîr herwiha anî ziman ku ji seat 12 şevê heta 6ê sibê rê bi hatûçûya hin haletên taybet tê dayîn û ev kesên ku kesûkarên wan ji hev veqetiyane, dikarin di nava 72 seatan de bigehêjin hev.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.