Serok Barzanî sersala nû ya Aşûrî û Babilî pîroz kir

tekez li ser parastina çanda bihevre jiyanê dike
کوردستان TV
100%

Serok Barzanî bi minasebeta hatina sersala nû ya Aşûrî û Babilî û cejna Ekîto peyameke pîrozbayî pêşkêş kir ku ev jî tekesta vê ye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina serê sala nû ya Babilî Aşûrî û cejnên Ekîto pîrozbahiyekî germ pêşkêşî xuşk û birayên Kildan, Siryan, Aşûriyên li Kurdistan û Iraqê dikim û hêviya aramî û bexteweriyê ji bo hemûyan dixwazim.

Li vê helkeftê de tekez li ser çanda birayetî û bihevre jiyana di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê dikîn, ji ber ku pêkvejiyan û çanda lêborînê şanaziyekî mezina gelê Kurdistanê ye û erkê me hemû aliyeke ku vê çanda dewlemend biparêzîn.

Di vê demê de ku tevahiya cîhanê rastî Korona hatiye hêvîdarim xuşk û birayên me yên Mesîhî ji nexweşî û êş û azarê dûr bin û cejnên xwe li aştî û selametiyê da pîroz bikin.

di xêr û xweşiyê de bimînin.

Mesûd Barzanî

31.3.2020

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.