Belav bûna Koronayê li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê didome.
Li gor amarên dawî yên wezareta tendirostiya Tirkiyeyê heta niha li vê welatî 168 kes canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 10 hezar kesên din jî bi Koronayê ketine.
Ji aliyeke din ve Yekîtiya Nûjdarên Tirkiyeyê jî amarek belav kir ku tê de eşkere dibe li kîj bajarê çend kesan canê xwe ji dest dane.
Li gor vê amarê li bajarê Amedê ya Bakûrê Kurdistanê heta niha 5 kesan jiber Koronayê canê xwe ji dest dane û 150 kesên din jî bi gomana ketin bi Koronayê li Nexweşxaneyê de hatine razandin û rewşa tendirostî ya 6 ji wan gelek aloze.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin