Piştî dagîr kirina Efrînê ji aliyê Tirkiye û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve, prosesa girtin, eşkence kirin û guhertina demografiya Efrînê destpê kir.
Li gor jêderên herêmî heta niha zêdetir ji 400 hezar malbetên Ereb û Tirkiman ku kesûkarên cîhadiyanin, li Efrîn û derdorê li ser mal û milkên Kurdan hatine bicîhkirin.
Ji bilî vê jî refandin û eşkence kirina welatiyên Kurd li deverê ji aliyê artêşa Tirkiye û cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê ve didome.
Li ser vê mijarê navenda mafên mirovan ya Efrînê ragihand ku roja 28ê Adarê cîhadiyên ser bi Tirkiyeyê li Efrîn û derdorê bi ser malên welatiyên Kurd de dane û bi giştî 8 welatiyên Kurd refandine.
Navenda mafên mirovan ya Efrînê eşkere kir koma cîhadî ya ser bi Tirkiyeyê a bi navê El hemzat li gel refandina welatiyên Kurd, dest bi refandin û kuştina pezên şêniyên deverê jî kiriye .
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin